Wezîrê Edaletê Akin Gurlek der barê pêvajoya nû û "Qanûna Çarçoveyî" de daxuyaniyên pir krîtîk dan.
Akin Gurlek, diyar kir ku pêvajoya li ser pirsgirêka Kurd gihîştiye "asta herî girîng" û ragihand ku amadekariya Qanûna Çarçoveyî ji 15 xalan pêk tê.
Wezîrê Edaletê, da zanîn ku ew wekî wezaret tenê piştgiriya teknîkî didin û destnîşan kir ku biryara dawî di destê Meclisê de ye.
Gurlek der barê naveroka Qanûna Çarçoveyî û nîqaşên "Efûya Giştî" de peyamên zelal dan.
Akin Gurlek, destnîşan kir ku di rojevê de efûya giştî yan jî biryareke taybet a ji bo kesekî nîne.