Çav li parlamentoyê ye: Qanûna çarçoveyî ket qonaxa kirîtîk

Li Tirkiyeyê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd hatibû destpêkirin û 2 sal li pey xwe hiştin, niha derbasî qonaxeke krîtîk dibe. Nîqaşên li ser "Qanûna Çarçoveyî" gihîştin qonaxa dawî. AKP amadekariyê dike ku pêşnûmeyê roja duşemê bîne meclisê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Tirkiyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbasî qonaxeke krîtîk dibe.

Nîqaşên li ser "Qanûna Çarçoveyî" yên ku ev demeke dirêj e di rojevê de bûn, êdî gihîştin qonaxa dawî.

AKP amadekariyan dike ku pêşnûmeqanûnê vê hefteya bê, bi fermî pêşkêşî Serokatiya Meclisa Tirkiyê bike.

Trafîka diplomasiyê ya li pişt perdeyê, di 20’ê Tîrmehê de leztir bû.

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû Girava Îmraliyê û pêşniyarên Abdullah Ocalan ên li ser qanûna çarçoveyî girtin û anîn Enqereyê.

Tê payîn ku DEM Partî jî serdana partiyên siyasî yên li Meclisê bike û peşniyarên Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî re parve bike.

Ji aliyê din ve, Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş ji MHP’ê heta DEM Partî, CHP û ÎYÎ Partiyê serdana komên siyasî kir û ragihand ku pêşnûme dê beriya betlaneyê bê Meclisê û dê hewl bidin ku bikin qanûn. 

"Qanûna Çarçoveyî" roja duşemê diçe meclisê"

Li gorî agahiyên li pişt perdeyan, berovajî bendewariyan, pêşnûme dê ne bi îmzeya hevpar, tenê bi îmzaya AKP’ê bê meclisê.

Li gorî nexşerêya diyarkirî, pêşnûme dê di 27’ê Tîrmehê de roja duşemê ji aliyê Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler ve pêşkêşî Lîjneya Giştî ya Meclisê bê kirin, roja sêşemê derbasî Komîsyona Edaletê bibe û piştî 48 seatan, di 31’ê Tîrmehê an jî 1’ê Tebaxê de, di Lîjneya Giştî de bibe qanûn.

"Xalên li ser lihevnekirinê hene"

Xala herî zêde ku nîqaş li ser tê kirin, mekanîzmaya şopandin û sepandina vê qanûnê ye.

Desthilatdarî pêşniyar dike ku koordînasyon di bin banê Lîjneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de be.

Lê DEM Partî û partiyên muxalif ev yek qebûl nekirin û diyar kirin ku ev model pirsgirêkê tenê di çarçoveya ewlehiyê de sînordar dike.

Muxalefet daxwaz dike ku berpirsyarî di destê Meclisê de be.

Gelo statuya Ocalan dê di pêşnûmeyê de cih bigire?

Nîqaşên li ser naveroka pêşnûmeyê bi hemû germiya xwe berdewam dikin.

Tevgera Azadiyê ya Kurd û DEM Partî di diyarkirina statuya hiqûqî û rola Abdullah Ocalan de bi israr in.

Lê li gorî paşperdeyan, tê plankirin ku ev mijar ji bo piştî derxistina qanûna çarçoveyî bê hiştin.

Pêşnûme ji bo sepandina biryaran a li ser erdê, ji bo destpêkê demeke 6 mehî diyar dike.

Heke pêwîstî bê dîtin, ev dem bi biryara Serokkomar dikare 6 mehên din jî bê dirêjkirin.

Êdî hemû çav û guh li Meclisa Tirkiyê ne û biryara krîtîk a hefteya bê tê payîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye