Tayîp Temel: Di çarçoveya qanûna çarçoveyî de dibe ku nêzîkî 4 hezar girtî werin berdan

Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel eşkere kir ku bi qanûna nû nêzîkî 4 hezar girtiyên siyasî dikarin werin berdan û destnîşan kir ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav vê çarçoveyê de ne

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel, beşdarî bernameyeke İlke TV bû û derbarê "Qanûna Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya ku di nava raya giştî de wekî "qanûna çarçoveyî" tê naskirin, daxuyanî dan. Temel destnîşan kir ku ev qanûn dikare bibe sedema guhertineke pir mezin di dosyayên girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê de.

Temel diyar kir ku di çarçoveya vê qanûna nû de nêzîkî 4 hezar kes dikarin ji girtîgehan werin berdan. Li gorî zanyariyên ku wî parve kirine, ji bilî 700-800 kesan, hemû girtiyên din dê sûdê ji vê qanûnê wergirin. Di vê çarçoveyê de, Hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku bi sûcên girêdayî PKK'ê di girtîgehê de ne jî di nav kesên ku dê werin berdan de cih digirin.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê bal kişand ser sînorên qanûnê û anî ziman ku wan ji bo berfirehkirina qanûnê têkoşîneke mezin daye. Temel da zanîn ku ji ber nêzîkatiya desthilatdariyê ya li ser mijara çekdanîna PKK'ê, çarçoveya qanûnê ji ya ku wan dixwest hinekî tengtir maye. Lê belê wî tekez kir ku di nava atmosfereke azad û demokratîk de divê tu kes ji ber ramanên xwe yên siyasî di girtîgehê de nemîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye