Wezîrê Karê Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Esed Şeybanî serdana Tirkiyê kir.
Esed Şeybanî bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re civiya.
Aliyan piştî civînê, civînek çapemeniyê ya hevpar lidarxistin.
Esed Şeybanî destpêkê mafê axaftinê girt û wiha encama civînê eşkere kir:
"Me di hevdîtinê de, lezandina aktîfkirina "Komîteya Çar Deryayan",
Projeya xeta trênê di navbera Sûriye, Tirkiye, Erebistana Siûdî û Urdunê de, her wiha jinûveaktîfkirina peymanên aborî û bazirganî û tevkariya di navbera bankên navendî yên her du welatan de gotûbêj kir."
Eseed El Şeybanî bal kişand ser zêdegaviyên Îsraîlê yên li ser xaka Sûriyê û diyar kir ku hewldanên wan ê dîplomatk ji bo rawestandina zêdegaviyên Îsraîlê didome.
Hakan Fîdan jî piştgiriya welatê xwe ji bo Sûriyê, xurtkirina tevkariya aborî û bazirganiyê, zêdekirina hejmara dergehên sînorî, xurtkirina binesaziyan bankan û veguhastin û projeyên aborî anîn ziman.
Fîdan bal kişand ser xebata bi Erebistana Siûdî, Urdun û Sûriyê li ser pêşxistina projeyan.
Her wiha got divê êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyê rawestin û rêz li yekitiya axa Sûriyê bê girtin.