Li girtîgeha Eskîşehîrê girtiyek bi awayekî tije guman jiyana xwe ji dest da

Li Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tirkiyê, girtyek bi navê Şiyar Çîçek bi guman jiyana xwe ji dest daye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şiyar Çîçek ji sala 2014`an ve girtî ye. 

Ev du sal in jî di Girtîgeha Eskîşehîrê dihat ragirtin.

Li gorî agahiyên malbatê tenduristiya Şiyar Çîçek baş bû û tenê nexweşiya wî ya şekir hebû.

Her wiha li gor agahî dayîna malbatê, Şiyar Çîçek ev 10 roj in li hucreyê dihat ragirtin.

Malbata wî dibêje ku dibe kurê wan jehrî kirin e.

Malbat îdia dike ku rêveberiya girtîgehê û dozgeriyê mirina kurê wan ê di girtîgehê de veşartine û wisa nîşan dane ku wî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye