Şandeya Îmraliyê li Enqereyê bi rojnamevanan re civiya

Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi rojnemevanan re civiyan û pirsên rojnemevanan dan. Endamê Şandeyê Mithat Sancar diyar kir ku di hevdîtinên dawî yên Îmraliyê vê hatine kirin de ji bo çêk berdanê bangawaziyeke nû nehatiyê kirin û wiha got: "Brêz Ocalan heta vê demê ji bo pevajoya bê çêkkirinê de misyoneke girîng girtiye ser xwe. Sancar geşedanên li Sûriyê û pêvajoya entgrasyona QSD'ê bi hikumetê re, bi pêvajoya li Tirkiyê ve girêdayî dît û diyar kir ku modela "entegrasyona demokratîk" pir giring e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Mithat Sancar, endamê Sekreterya Îmraliyê Çetin Arkaş û siyasetmedar Gultan Kişanak pêk tê, li Enqereyê bi rojnamevanan re civiyan.

Di civînê de pêngavên piştî derketina Yasaya Çarçoveyê, proseya bêçekkirinê, rola rêberê damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan, destûra nû û geşedanên herêmî hatin nirxandin.

Şandeyê tekez kir ku Pêvajo êdî ketiye qonaxa pêkanîn û bicihkirina yasayê.

Mithat Sancar derbarê rola Abbdullah Ocalan û rewşa Îmraliyê de wiha got:

"Ji niha şûn ve şopandina bê çêkkirirne ji aliyê Kimsyon û binkimisyon ve bê kirin.

Guherîna cihê Ocalan ne rast e.

Em li bende ne Ocalan di Komîtya Şopandin û Nirxandinê de rolekî bandor, çalak û pênasekirî bistîne.

Ji bo pêşîgirtina li gotegotan, divê rê li ber ragihandinê were vekirin da ku rasterast nêrînên Ocalan bi raya giştî re bê biparvekirin."

Sancar diyar kir ku di hevdîtinên dawî yên Îmraliyê vê hatine kirin de ji bo çêk berdanê bangawaziyeke nû nehatiyê kirin.

Her wiha Sancar got ku banga nû ya Ocalan niha ne di rojevê de ye û ew li bende raporta Encûmena Ewlehiya Niştimanî (MGK) ne.

Mithat Sancar geşedanên li Sûriyê û pêvajoya entgrasyona QSD'ê bi hikumetê re, bi pêvajoya li Tirkiyê ve girêdayî dît û diyar kir ku modela "entegrasyona demokratîk" pir giring e û encamên mîna vê dikarin di paşerojê de li Îranê (PJAK) jî rû bidin.

Sancar tekez kir ku wêneyê duh li Şamê nişan dide ku çareseriya pirsgirêkan li Enqereyê, Şamê, Tehranê jî heman e.

Gultan Kişanak: Divê rewşa girtiyên nexweş bê çareserkirin

Siyasetmedar Gultan Kişanak jî tekez kir ku divê binkomisyon ne tenê ji burokrasî û saziyên dewletê, lê belê ji parêzer, sendîka, rêxistinên sivîl û nûneriya jinan pêk werin da ku civak xurt bike.

Kişanak anî zimên ku piştî avakirina mekanîzmayan, nêzîkî du mehan de pêkanîna yasayê dikare dest pê bike û divê rewşa girtiyên nexweş bê çareserkirin.

Gultan Kişanak li ser kampa Mexmûrê wiha got:

Vegera xelkê Mexmûrê piştî 30 salan divê ne tenê wekî valakirina kampê, lê belê bi misogerkirina mafên xanedanî, xebatên civakî û ewlehiya vegera gundan ve bê birêvebirin.

Ev civîna berfireh a Şandeya Îmraliyê, piştî pejirandina Yasaya Çarçoveyê li Encûmena Tirkiyê û geşedanên li Sûriyê, pirsgirêka Kurd ji qada nîqaşan derbasî qonaxa yasayî dibe. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye