Di lêpirsîna şarederiya Menderesê de 9 kes hatin binçavkirin

Desthilata Tirkiyê bê navber operasyonên xwe yên li dijî şaredariyên CHP`ê berdewam dike. Li Îzmîrê di pêla duyemîn a operasyona lêpirsîna Şaredariya Menderesê de, cîgirê serokê şaredariyê yê berê jî di nav de 9 kesan de hatin binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê di çarçoveya lêpirsîna li dijî şaredariya navçeya Menderesê de îro pêla duyem a porasyonê pêk anî.

Di vê pêla nû de ji bo 16 gumanbaran ku Serokê Şaredariyê Îlkay Çîçek jî di nav de ye, biryara binçavkirinê di derheqê wan de hat dayîn.

4'ê tebaxê Îlkay Çîçek jî di nav 5 kesan de hatibûn binçavkirin.

Piştî ku Çîçek hat girtin û ji peywirê hat dûrxistin, bi hilbijartinên serokwekîltiyê şaredarî derbasî AKP'ê bibû.

Şarederiya CHP'ê ya navçeya Adalarê ya Stenbolê derbasî AKP'ê bû

Ji hêla din ve jî şaredariya navçeya Adalar a girêdayî CHP`ê ket destê AKP`ê.

Piştî ku Serokê Şaredariya Adalarê ya Stenbolê Alî Ercan Akpolat hat girtin û ji kar hat dûrxistin, Meclîsa Şaredariyê ji bo diyarkirina cîgirê nû yê serokatiyê kom bûn.

Di dengdayînê de namzedê AKP`ê Kemal Turk-Yilmaz qezenc kir û bi vê yekê şaredarî derbasî AKP`ê bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye