Koma Hûsiyan ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve wekî rêxistineke terorîst a gerdûnî tê pejirandin, li ser gelek eniyan daxuyaniyên tund dan. Berpirsekî Hûsiyan ji ajansa AFP re ragihand: "Eger Amerîka piştgiriya Erebistana Siûdî bike, em ê hemû berjewendiyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yên li herêmê bikin armanc." Heman berpirsî li ser hevpeymaniya xwe ya bi Îranê re jî got: "Em û Îran hevalbend in û wekî yek laşî ne."
Ev gefên Hûsiyan di demekê de tên ku pêşveçûna wan a leşkerî ya li ser perravên rojavayê Yemenê û kontrolkirina çend giravên stratejîk ên nêzîkî Tengava Bab el-Mendeb, bûne sedema zexteke mezin li ser rêyên bazirganiya cîhanî.