Li gorî medyaya YNK`ê, encama serdanê, gihîştina lihevkirinekê li ser parastina hevsengiya ewlehiya sînor di dema krîzên herêmî de bû.
Di rêze hevdîtinên dîplomatîk de, serokê YNK`ê ji rayedarên Îranê re piştrast kir ku axa Başûrê Kurdistanê dê nebe beşek ji ti pevçûneke leşkerî.
Serokatiya Bilind a Îranê jî helwest û destpêşxeriyên serokê YNK`ê ji bo aramkirina aloziyên herêmî pêşwazî kir.
Her wiha serokê Îranê Mesûd Paşkiyan girîngiya cîrantiya baş û parastina sînorên hevpar, li ser bingeha rêzgirtina dualî tekez kir.
Di heman demê de, wezîrê derve û serokê parlamentoya Îranê helwesta Başûrê Kurdistan û YNK`ê di hevkêşeyên siyasî de girîng dît.