Plana Îsraîlê ya kontrolkirina Xezeyê tê şermezarkirin

Biryara herî dawî ya Hikûmeta Îsraîlê di derbarê kontrolkirina Xezeyê de, bûye sedem ku nerînên cuda li seranserê cîhanê derkevin. Piraniya welatan biryara kontrolkirina Xeze bi temamî ji aliyê Artêşa Îsraîlê ve, şermezar kirin û daxwaz kirin ku ev biryar neyê bicihkirin. Her wiha Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî wê roja yekşemê civînekê li dar bixe da ku plana nû ya Îsraîlê nîqaş bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Konseya Ewlekariyê ya Wezîrên derve yên Awisturalya, Almanya, Îtalya, Zelanda Nû û Brîtanyayê, biryara Îsraîlê ya kontrolkirina Xezeyê bi tundî şermezar kir.

Di vê çarçoveyê de, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî jî wê roja yekşemê civînekê li dar bixe da ku plana Îsraîlê ya kontrolkirina devera Xeze ya Filistînê nîqaş bike.

Civîn di destpêkê de ji bo roja şemiyê hatibû plankirin, lê pişt re ji bo roja yekşemê hate paşxistin.

Bertekên navneteweyî jî ji bo vê biryara nû hatin nîşandan.

 

Volker Turk daxwaza rawestandina plana hikûmeta Îsraîlê kir

 

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk daxwaza rawestandina plana hikûmeta Îsraîlê kir.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula Von Der Leyen daxwaza berdana hemû girtiyan û gihîştina alîkariyên mirovî bo Xezeyê kir.

Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa got ku rewşa li Xezeyê hîn jî trajîk e û biryara hikûmeta Îsraîlê wê hîn xirabtir bike.

 

Almanya: Hinardeya çekên ku Îsraîl li Xezeyê bikar tîne, hatiye rawestandin

 

Serokwezîrê Almanya Friedrich Merz eşkere kir ku îxracata çekên ku dibe ku Îsraîl li Xezeyê bikar bîne, hatiye rawestandin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, plana Îsraîlê ya kontrolkirina Xezeyê bi temamî, wekî şaşî bi nav kir.

Wezîrê Derve yê Spanyayê Manuel Albares got: "Em biryara hikûmeta Îsraîlê ya li hember Xezeyê bi tundî şermezar dikin."

Belçîkayê ragihand ku wan balyozê Îsraîlê li ser plana kontrolkirina Xezeyê gazî kiriye.

 

Siûdî, Misir, Tirkiye Û Urdunê nerazîbûna xwe nîşan dan

Tirkiyê jî, ji civaka navneteweyî xwest ku plana Îsraîlê rawestîne û hişyarî da ku ew ê bibe derbeyek giran li ser aştî û ewlehiyê.

Erebistana Siûdî, Misir û Urdunê plana Îsraîlê ya kontrolkirina Xezeyê û bircihkirina kesên li wir şermezar kir.

 

Çînê bang li Îsraîlê kir ku kiryarên xwe yên xeternak rawestîne

 

Ji aliyê xwe ve jî, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê di peyamekê de, bang li Îsraîlê kir ku kiryarên xwe yên xeternak rawestîne.

 

Hemas: Dagirkirina Xezeyê tawaneke şer a tam pêk tîne

 

Tevgera Hemasê jî duh di daxuyaniyekê de got ku planên ji aliyê Hikûmeta Îsraîlê ve ji bo dagirkirina Xezeyê û valakirina hemû niştecihên wê hatine pejirandin, tawaneke şer a tam pêk tînin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24