Hemwextî agirbestê, li Libnanê êrîşên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de dewam dikin.
Ajansa Nûçeyan a Libnanê ragihand ku artêşa Îsraîlê herêma Iqlim Tuffah, Kfar, Nebatiye, Meyfadûn, Zewter rojhilat, Zewter rojava, Yehmer Şeqîf, Sidiqîn, Sema'iye, Şi'îtiye û Ebba bombebaran kir.
Her wiha artêşa Îsraîlê li ser rêya bajarokê Kefer Dejal a li başûrê Libnanê erebeyek armanc girt.
Li gorî jêderê, di encama van êrîşan de 5 kes hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê li başûrê libnanê ji bo 9 gundan hişyariya valakirinê da
Berdevekê artêşa Îsraîlê yê bi zimanê erebî Avichay Adraee hişyariya valakirina 9 gundan li başûrê Libnanê da.
Avichay Adraee ev hişyarî li ser malpera xwe ya li ser X'ê parve kir û got ku divê xelk ji van deveran dûr bikevin.
Li gorî wî, gundê Qaqaiyet el-Cisir, Adşit el-Şeqif, Jebşit, Eba, Kfar Coz, Harûf, Diwêro, Deir -Zehranî û Hebûş beriya bên bombebarankirin divê werin valakirin.
Îsraîl: Me li başûrê Libnanê zêdertirî 50 bargehên Hizbullahê rûxand
Vê sibê artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê bîlançoya xwe ya 24 seatên dawî a êrîşên li dijî Libnanê eşkere kir.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan duh endamên Hizbullahê yên ku li nêzî baregehên wê yên li başûrê Libnanê tevdigeriyan, armanc kir.
Di daxuyaniya artêşê de hate diyarkirin ku zêdetirî 50 baregehên Hizbullahê hatine rûxandin.