Rojnamevana Amerîkî ya ku hatibû revandin hat berdan

Ketîbeya Hizbulaha Îraqê ragihand ku rojnamevana Amerîkî Shelly Kittleson bi şertê ku welat biterikîne hatiye berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berpirsê Ewlehiyê yê Tugayan Ebû Mucahîd Esaf, daxuyaniyek da û ev agahî belav kir:

"Ji bo şopandina helwesta Serokwezîrê berê Mihemed Şiya Sûdanî, me biryar da ku rojnamevana Amerîkî Shelly Kittleson azad bikin û divê demildest welat biterikîne."

Di berdewmiya daxuyaniyê de hat gotin ku careke din ev yek dubare nabe û ji ber ew di rewşeke şer de ne, di vê rewşê de jî gelek caran pîvan tên paşguhkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di 1'ê nîsanê de rojnamevana Amerîkî Shelly Kittleson li paytexa Îraqê, Bexdayê hatibû revandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye