Amerîka: Me zêdetirî 50 êrîşên esmanî li ser girava Xarkê ya Îranê pêk anîn

Rayedarên Amerîkî eşkere kirin ku vê sibehê wan zêdetirî 50 êrîşên esmanî li ser hedefên leşkerî yên li Girava Xarkê ya Îranê pêk anîn. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wan 8 beşên pirên li Îranê kirin hedef. Supaya Pasdarên Îranê jî daxuyakirin ku wan keştiya firokehilgir a Amerîkî "Abraham Lincoln li Okyanûsa Hindê bi mûşekên krûz ên deryayî yên dûrmenzîl hedef girtine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rageşiya di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de didome.

Îro, Îranê ragihand ku girava Xarkê hatiye armancgirtin û bûye sedema qutbûna elektrîkê li hin deveran.

Li gorî rayedarên Amerîkî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê roja sêşemê serê sibê zêdetirî 50 êrîşên esmanî li ser hedefên leşkerî yên li Girava Xarkê ya Îranê pêk anîne.

Di heman çarçoveyê de jî, Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance diyar kir ku Amerîkayê armancên xwe yên leşkerî li Îranê bi dest xistine û niha gog di qada Tehranê de ye.

Îsraîl: Me 8 beşên pirên li Îranê kirin hedef

Artêşa Îsraîlê jî, ragihand ku wan 8 beşên pirên li Îranê kirin hedef.

Her wiha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî daxuyakirin ku wan xetên trênê jî kirin hedef.

Netanyahu eşkere kir ku ev pir û xetên Trênê yên ku hatine hedef girtin ji aliyê Supaya Pasdararên Îranê ve dihatin bikaranîn.

Di çarçoveya êrîşan de, Erebistana Siûdîyê ragihand ku hêzên wê yên berevaniya esmanî di çend demjimêran de 18 dron asteng kirine.

Îran: Me keştiya Amerîkî Abraham Lincoln li Okyanûsa Hindê hedeg girt

Anajsa Nûçeya ya Îranê jî belav kir ku Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Supaya Pasdarên Îranê ragihand ku di pêla 99an a operasyonên "Soza Rastîn 4" de, keştiya firokehilgir a Amerîkî "Abraham Lincoln" (CVN 72) li Okyanûsa Hindê bi mûşekên krûz ên deryayî yên dûrmenzîl hatiye hedefgirtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye