Lezgin

Tunç Soyer hate binçavkirin

Desthilata Erdogan zextên xwe yên li dijî Partiya Gel a Komarê (CHP) zêdetir kiriye. Şaredarê Îzmîrê yê berê Tunç Soyer û Serokê CHPê yê Bajar Şenol Aslanoglû jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

reset font size increase font size

Di çarçoveya lêpirsîna ku Dozgeriya Komarê ya Îzmîrê li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê daye destpêkirin de, îro danê sibê şaredarê berê Tunç Soyer û Serokê Parêzgehê Şenol Aslanoglû jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 120 kesan biryara binçavkirinê hatiye dayîn.

Cîgirê Serokê CHPê Murat Bakan derbarê binçavkirinê li ser platforma medyaya dîjîtal X de anî ziman ku; ewê bi israr û biryardariyeke mezin li dijî vê bêhiqûqiyê têkoşîna xwe bidomînin.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24