Dadgeha Cezayê Giran a Şamê li paytextê biryareke dîrokî da û serokê berê yê welat Beşar EL-Esed, birayê wî Maher EL-Esed û kurê xaltîka wî Atef Nacîb bi awayekî xiyabî bi cezayê darvekirinê mehkûm kir.
Dadgehê daxuyand ku ev biryar ji ber tawanên şer, sûcên dijî mirovahiyê û binpêkirinên giran ên mafên mirovan hatiye girtin. Di heman demê de, dadrêsiyê ferman da ku dest deynin ser hemû milk û malên van kesan û biryara şopandina wan a navneteweyî jî derxist.
Ev gava dadrêsî di bin sîwana desthilatdariya veguhêz a Sûriyeyê de wekî pêngaveke girîng a ber bi dadweriyê ve tê nirxandin.