85 caran baregeh û xalên Heşda Şeibî hatine bombebarankirin

Îraq rojane ji ber şerê Amerîka- Îsraîl û Îranê ziraran dibîne. Ji destpêka şer ve 85 caran baregeh û xalên pişkinînê yên Heşda Şeibî hatin bombebarankirin. Di encama êrîşan de 74 çekdar hatine kuştin û 65 çekdar jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Amerîka- Îsraîl û Îranê bandoreke mezin li ser Îraq û Başûrê Kurdistanê dike.

 

Rojane êrîş li ser baregeh û nuqteyên Heşda Şeibî tên kirin.

 

Li gorî agahiyên ku ji destpêka şer ve hatine komkirin, 85 caran baregeh û xalên pişkinînê yên Heşdê hatine bombebarankirin.

 

Di encama van êrîşan de, 74 çekdar hatine kuştin û 65 çekdar jî birîndar bûne.

 

Di nav kuştiyan de birêveber û berpirsên operasyonên Heşda Şeibî jî hene.

 

Ev êrîş bi piranî bi balafiran hatine kirin.

 

Heşda Şeibî, Amerîka û Îsraîlê bi van êrîşan tawanbar dike.

 

Li aliyê din, komên çekdar îdea dikin ku wan jî 772 êrîş kirine.

 

Ev êrîş, di 35 rojan de hatine kirin.

 

Her çi qasî Amerîkayê berê ragihandibû ku wê êrîşî komên çekdar ên Îraqê kiriye jî, Îsraîlê heta niha li ser van êrîşan ti daxuyaniyên fermî nedane.

 

 

Herî zêde êrîşî navendên Hizbulaha Îraqî hatine kirin

 

 

Li gorî amarên Desteya Heşda Şeibî, di bombebaranan de zêdetirî 25 lîwayên bi ser wê desteyê ve hatine hedefgirtin ku ew lîwa bi ser komên cuda yên çekdar ve ne.

 

Di nava van 35 rojan de herî zêde êrîşî lîwayên bi ser Ketaîbên Hizbulahê hatine kirin ku 9 caran hatine bombebarankirin.

 

Ji van êrîşan 7 caran Lîwaya 45`an û 2 caran jî Lîwaya 47`an hatine hedefgirtin ku ev her du lîwa bi piranî li rojavayê Enbarê serdest in.

 

Lîwaya herî zêde ya duyem a ku ketiye ber êrîşan, Lîwaya 30`î ya Heşdê ye ku 5 caran êrîşî ser wê hatiye kirin.

 

Lîwaya 31`ê ya Heşdê jî di rêza sêyem de ye ku 3 caran rastî êrîşan hatiye.

 

Li gorî amarên Heşda Şeibî, ew baregeh û xalên pişkinînê yên ku hatine bombebarankirin li parêzgehên Kerkûk, Enbar, Babil, Selahedîn, Nînewa, Bexda û Diyaleyê ne.

 

Baregehên Heşdê yên li Nînewayê herî zêde hatine hedefgirtin ku 13 caran êrîş lê hatine kirin.

 

Piştî wê parêzgeha Enbarê tê ku 11 caran baregehên wê hatine bombebarankirin.

 

Her wiha li Selahedînê 6 caran û li Kerkûkê jî 4 caran êrîş hatine kirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye