Araqçî: Divê ewlehiya Efxanistanê bê misogerkirin

Li Tehranê civîna nûnerên taybet ên welatên cîranên Efxanistan û Rûsyayê hat lidarxistin. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abas Araqçî di civînê de axivî û got: "Divê ewlehiya Efxanistanê bê destwerdana biyanî bê garantîkirin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abas Araqçî diyar kir ku divê aramî û ewlehiya Efxanistanê bi hevkariya herêmî û bêyî destwerdana biyanî were garantîkirin.

Abas Araqçî hebûna hêzên biyanî li Efxanistanê wekî "Zirardar" bi nav kir û wiha axivî :

"Gelê vî welatî xwedî şiyanên awarte ye û divê pêvajoyek nêzîkbûnê di navbera Efxanistan û welatên herêmê de were damezrandin."

Araqçî armanca vê civînê bi van gotinan rave kir :

"Civîna li Tehranê ji bo hevrêzkirina nêrînan a di navbera cîranên Efxanistanê de hat lidarxistin.

Her wiha Hikûmeta Efxanistanê dê ji encamên wê were agahdarkirin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye