Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê, Kaja Kallas got, wê biryara derbara fînansekirina Ûkraynayê de vê hefteyê bidin.
Di civînê de wê meseleya bikaranîna pereyên desterkirî yên Rûsyayê bê nîqaşkirin.
Kallas diyar kir ku danûstandinên li ser bi bikaranîna pereyên desteserkirî yên Rûsyayê her ku diçin dijwartir dibin.
Kallas di axaftina xwe de wiha pêde çû : "Em hîn negihîştine encama tê xwestin.
Lê rewş dijwartir dibe, em pir hewl didin û hîn li pêşiya me çend roj hene."
Di dawiyê de Kallas ji rojnamevanan re got:
"Em heta negihîjin encamekê civîna vê hefteyê em ê bidawî nekin."
Hêjayî gotinêye, di berdêla 165 milyar dolarî de mal û pereyên Rûsyayê di bankeyeke li Brukselê hatîye tomarkirin.
Rêveberîya Yekitîya Ewrûpayê bi israr dixwaze qismeke ji vî pereyî bişîne ji Ûkraynayê re.