Li gorî nûçeya ERTnews a televîzyona dewletê ya Yunanistanê, IHA’ya dewleta Tirkiyê bi awayekî fermî ketiye qada hewayî ya li nêzîkî bajarê Aleksandrupoliyê û Hêzên Hewayî yên Yunanistanê ketine tevgerê. Çavkaniyeke din a leşkerî ya Yûnan jî ji AFP’ê re bûyer piştrast kir.
ERTnewsê, ragihand ku IHA’ya mijara gotinê li nêzî pîsta Balafirgeha Aleksandrupoliyê bûye û di heman kêliyê de balafirgeha rêwiyan ji bo firînê xwe amade dikir.
Hate ragihandin ku F-16’yên balafirên şer yekser bilind bûne û di nava çend xulekan de li nêzî IHA’yê bûne û nasnameya wê bi cîkirin û pêşî lê girtine.
Li gorî televîzyona dewletê ya Yûnanistanê piştî mudaxeleya balafiran IHA ji qada hewayî ya Yûnanistanê dûr ketiye. Hate diyarkirin ku bûyerê bandor li çûyîna li Balafirgeha Aleksandrupoliyê nekiriye.
Çavkaniya leşkerî ya Yûnanistanê jî bûyer weke ‘mijarekî ne cidî’ pênase kir ye.
Her wiha daneyên Wezareta Parastinê ya Yûnanistanê, bûyerên ku balafirên dewleta Tirkiyê qada hewayî ya Yûnanistanê binpê kirine di sala 2026’an de ji nû ve zêde bûne.