Dema gera duyemîn a dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de nêzîk bû, lê heta niha jî aliyên Îranî di vê yekê de ti zelalbûneke berbiçev nîşan nedane.
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku hîn ti şandeyeke Îranî ji bo beşdarbûna di dan û standinên bi Amerîkayê re, neçûye Pakistanê.
Her wiha ajansa nûçeyan a Tesnîmê ya Îranê belav kir ku, çavkaniyeke agahdar eşkere kiriye ku Îran ji bo îhtîmala şerekî nû amade ye û ji bo şerê muhtemel surprîzên nû amade kiriye.
Trump: Em ê di dawiyê de bigihêjin peymaneke baş
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî, got ku dê bi Îranê re peymaneke pir baş were pêkanîn.
Donlad Trump li ser rûpela xwe ya "Truth Socialê" da zanîn ku, Amerîka bi Îranê re di dan û standinên bihêz de ye û wiha got:
“Em ê di dawiyê de bigihêjin "peymaneke baş".
Trump: Em dema agirbestê dirêj nakin
Her wiha Trump, di hevpeyvînekê ligel CNBC`ê de, ragihand ku ti niyeta Amerîkayê ji bo dirêjkirina agirbestê tune ye û wiha axivî:
"ji bo destpêkirina şer jî, ez û artêşê ji bo destwerdana leşkerî li dijî Îranê amade ne.”
Ji aliyê din ve jî, Berdevka Koşka Spî Carolyn Leavitt li ser kenala Fox News`ê ev yek tekez kir û da xuyakirin ku Amerîka ji her demê bêtir bi Îranê re nêzîkî rêkeftinekê ye.
Ev yek jî, di demekê de tê ku heta niha Îranê sekina xwe di der barê vê yekê de diyar nekiriye.
Pakistan: Me ji Amerîkayê xwest ku agirbestê dirêj bike
Wezareta Karên Derve ya Pakistanê ku weke navbeynkarekî di navbera her du aliyan de ye, di daxuyaniyekê de ragihand ku wan ji Amerîka û Îranê xwestiye ku agirbesta xwe ya du hefteyî dirêj bikin.
Her wiha Pakistanê, ji bo gera duyemîn a dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de, amadekarî û tedbîrên ewlehiyê li paytxta Pakistanê Îslamabadê, heta asteke bêhempa tundtir kiriye.
Agirbesta du hefteyî ku piştî şerê 40 rojî di navbera Amerîka- Îsraîl û Îranê de, di 8`ê Nîsanê de hate ragihandin, sibe roja çarşemê di 22`yê nîsanê de bi dawî dibe.