Îsraîlê mûşeka ji Yemenê hatibû avêtin têk bir

Tevgera Hûsiyan ragihand ku wan bi 5 dronan li dijî pênc hedefên di nava Îsraîlê de operasyoneke leşkerî pêk anîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê di postekê de li ser hesabê xwe yê Telegramê got ku piştî lêdana sîrenên êrîşa asmanî li çend deverên Îsraîlê, mûşekek ji Yemenê hatiye avêtin û mûşek hat astengkirin.

Artêşa îsraîlê agahiya têkbirina Muşekê, piştî çend demjimêr ji ragihandina operasyona leşkerî ya Tevgera Hûsiyan,  belav kir. 

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan Balafirgeha Ben Gurion, bendera deryayî ya Eilat, Balafirgeha Ramon û hedefên din ên li deverên Jaffa û Ashdodê hedef girtin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24