SOHR: Li Siweydayê hejmara kuştiyan gihîşt 1 hezar 265 kesan

Li parêzgiha Siweydayê di 7 rojan de, hezar 265 kes hatin kuştin, nêzî 2 hezar kesên din jî birîndar bûne û 125 hezar welatî jî koçber bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê SOHR ragihand ku hejmara kuştiyan gihiştiye hezar 265 kesan ku 505 şervan û 298 sivîl ji pêkhateya Durzî ne û ji wan 194 kes bi gulereşandina ji aliyê çekdarên her du wezaretên parastinê û ya hundirîn ên Hikûmeta Demikî ya Sûriyeyê li qadê hatine kuştin.

SOHR eşkere kir ku 443 endamên Hikûmeta Şamê û Eşîrên Ereban hatin kuştin. Her wekî din ji aliyê çekdarên Durzî ve jî 3 sivîl hatin kuştin.

SOHR da zanîn ku 15 endamên hêzên hikûmetê di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan dest nîşan kir ku di vî şerî de, zêdetirî 125 hezar kes ji malên xwe koçber bûne û bi sedan mal û milkên sivîlan hatine talankirin û şewitandin. 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24