Ji bo avakirina Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nîqaşên ku ji Cotmeha sala borî ve hilbijartinên hatiye kirin negihiştiye ti encamê.
Nelihevkirina li ser wezîfeyên hikûmetê û şerê li ser medyayê ya di navbera PDK’ê û YNK’ê de nakokî kûrtir kirine.
Di 20’ê cotmeha 2024’an de Hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê pêk hat, tê de PDK, YNK û Nifşê Nû bi ser ketin.
PDK’ê 39, YNK’ê 23 û Nifşê Nû jî 15 kursî bi dest xistibûn. Aliyên mayî jî li gorî dengên xwe kûrsî bi dest xistibûn.
Parlementoya Herêma Kurdistanê piştî 43 rojan, di 2`ê kanûna 2024`an de cara yekem li Perlemantoyê li hev civiyan û tê de soz dan.
Ji bo rûniştina duyem serokê demkî yê Parlementoyê bang kir. Lê Koma PDK, YNK’ê û pêkhateyan amade nebûn. Ji ber vê yekê karê yasayî temam nebû.
Ji wê rojê heta niha ne deriyê Parlemetnoyê hatiye vekirin û ne jî parlementer li hev civiyane.
Piştî 3’ê mehan bi şûn ve PDK û YNK'ê ji bo şêwazê rêvebirina hikûmeta Herêmê li hev kirin û projeyeke nivskî amade kirin.
Piştre nîqaşên li ser wezîfeyên hikûmetê hatin kirin.
YNK’ê daxwaza gelek wezîfeyan kir ku berê di destê PDK’ê de bûn, nîqaş negihiştin ti encamekê.
Nîqaşên avakirina hikûmetê ketin piştî hilbijartina dema 6’an ya Parlementoya Iraqê.
Ji hilbijartina ewil ya sala 1992’an heta 2024’an di avakirina hikûmetê de tim paş mane.
Kabîneya 1’yê 47 roj hate paşxistin, ya 2’an 98 roj, ya 3’an 94, ya 4’an, 245 roj, ya 5’an, 282 roj, ya 6’an 406 roj, ya 7’an 407 roj, ya 8 409 roj, ya 9’an 408 roj û kabîneya 10’ê jî nêzîkî 400 roje hatiye paşxistin.
Li gorî agahiyên hatin girtin ji bo jinûve domandina nîqaşan hewldanên navbeynkariyê tê kirin,lê hewldan bê encam bûn.
PDK'ê li pişt perdeye û derve nîqaşan li gel aliyên din dike ku bikare bê YNK’ê hikûmetê ava bike. Di vê hewldanê de jî biserneket.
Divê PDK û YNK an bi zexta hêzên gel an jî hêzek navnetewî neçar bimînin ku vegerin ser maseya danûstandinan.
Eger ev nebe divê PDK daxwazên YNK qebûl bike û kursiya Wezîrê Navxwe radestî YNK’ê bike.
Mesûd Barzanî di dema kampanyaya hilbijartinê de gelek caran gotiye ku rewşa berî û piştî hilbijartinan cuda ye û ewê wekî berê bi YNK’ê re danûstandinan nekin.
NakokIyên di navbera her du aliyan de kûrtir bûne, perspektîfên çareserî û avakirina hikûmetê hîn jî ne diyarin.
Têkçûna avakirina hikûmeteke nû gelek encamên neyînî li ser jiyana welatiyan, jiyana siyasî û karê parlamentoyê çêkiriye.