Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyê Tom Barrack beşdarî foruma Dohayê ya li Qeterê bû.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack ragihand ku têgehên wekî "navendîbûn, nenavendîbûn û federalîzm" tenê wehma hikûmetan e.
Barrack: Nenavendîbûn li herêmê bi ser neketiye
Tom Barrack di forumê de li ser bicihanîa sîstema nenavendî ya li Sûriyê, nêrîneke reşbînî pêşkêş kiribû û wiha berdewamkir:
" Nenavendîbûn li herêmê bi ser neketiye.
Mînak welatên Balkan, Libnan, Lîbya û Îraqê ye ku piştî xerckirina 3 trilyon dolaran û mirina bi sedan hezar kesan li Îraqê, sîstema nenavendî bûye "pirsgirêkeke mezin.
Hikûmeta niha ya Sûriyê hevkar e û ew welat "nêzîk e" li gel Îsraîlê bigihêje rêkeftinekê."
Feysel Yûsif: Rêjîmên navendî mafên neteweyî yên gelan bin pê kirine
Di heman çarçoveyê de Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif, bersiva daxuyaniyên Tom Barrack da.
Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif diyar kir ku ne nenavendîbûn, navendîbûna tund bûye sedema wêraniyê û wiha got:
"Nenavendîbûnê wêranî çênekiriye, lê ew navendîbûna tund a ku rejîman dimeşand bûye sedema krîz û dabeşbûnan.
Rejîman mafên neteweyî yên gelan bin pê kirine û demokrasî red kiriye."
Berdevkê ENKS'ê destnîşan kir ku çareserî hêsan e ku ew jî demokrasî, nenavendîbûn û bihêzkirina gelan a ji bo birêvebirina karên xwe ye û wiha lê zêde kir:
"Her çend gotûbêjên li ser şêweyê desthilatê li Sûriye û welatên din dirêj bikin jî vegera li sîstemên kevn ne pêkan e.
Bê guman Birêz Tom dizane ku ezmûnên herî serkeftî yên cîhanê, ezmûnên nenavendî ne ku aramî parastine û pêşketin bi xwe re anîne."