Welatên Kendavê heta niha 3133 mûşek û dronên Îranî bêbandor kirine

Di 12 rojên şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de welatên Kendavê ji bo parastina welatên xwe 3 hezar û 133 mûşek û dronên Îranî bêbandor kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji destpêka şerê di navbera Îran, DYA û Îsraîlê ve, karîgeriya xwe ya bilind nîşan da.

Di roja xwe ya dozdehan de, şerê di navbera Îran û DYA-Îsraîlê de ji bilindbûna leşkerî ya demkî veguherî şerekî westandinê.

Berevaniya hewayî ya welatên Kendavê zêdetirî 3 hezar û 133 mûşek û dronên Îranî yên ku tesîsên sivîl û li seranserê Kendavê hedef digirtin, asteng kirine.

Li gorî serjimarîya, Parastina Hewayî ya Qraliyeta Siûdî ji destpêka şer ve nêzîkî 25 mûşek û 151 dronên Îranê îmhakirine.

Li Îmaratên Yekbûyî yên Erebî 270 mûşek û 1475 dron hatine tunekirin.

Di heman demê de Kuweytê ragihand ku wan 239 mûşek û 456 dron îmha kirine.

Li Qeterê, parastina hewayî 143 mûşek û 78 dron ji holê rakirine.

Her wiha Behrêynê 106 mûşek û 177 dron ji holê rakirine.

Omanê jî 13 dron xistine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye