Serokomarê Tirkiyê: Dê qanûn beriya betlanê bikeve meriyetê

Ajansa BBC Tirkî dibêje Serokokmarê Tirkiyê Erdogan di kampa partiya xwe de ragihandiye ku wê qanûna çareseriyê beriya meclisa Tirkiyê bikeve betlanê were derxistin. Wê ev qanûn ne ya efûyê be û 5 hezar endamên rêxistin ji vê qanûnê sûd werbigirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Civîna 33'emîn a Şêwirmendî û Nirxandinê ya ku bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Erdogan pêk hat hefteya borî li navçeya Sapanca ya Stenbolê hate lidarxistin.

Hat ragihandin ku qanûna çarçoveyê ya pêvajoya çareseriya nû, yek jî mijara civînê bû.

Ajansa BBC Tirkî ku xwe dispêre parlamenterên ku di civînê de amadebûn û dibêje Edogan gotiye beriya parlamento bikeve betlanê dê qanûn teqez derkeve.

Wê 5 hezar endamên rêxistinê ji qanûna çareseriyê sûdê bigrin

Li gor heman çavkaniyê, dibêje di civînê de hatiye gotin ku wê qanûna ku were derxistin 5 hezar endamên rêxistinê yên çek danîne sûd werbigrin.

Dîsa li gor hat gotin ku qanûna ku were derxistin ‘’Efû’’ venahewîne, endamên rêxistinê ên tevlî sûc nebûne hatina wan dê bê teşwîqkirin û li ser hin formîlên daxistina cezayê xebat bê meşandin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên partiyê dane, çarçoveya qanûnê li Parlamantoyê bikeve meriyete, nayê wê wateyê ku rêxistin, dev ji şertê “teyîd û tespîtkirina” rawestandina çekan berdaye.

Di navbera sepandina qanûnê û pêvajoya teyîd û tespîtkirina terkîna çekan a rêxistinê de mekanîzmayeke hemahengî tê plankirin ku her du alî bi hev re bixebitin.

Numan Kurtulmuş: Qanûna bingehîn şert e

Serokê Meclisa Tirkiyê Numan Kurtulmuş jî, piştî hevdîtina xwe ya bi Serokê Parlamentoya Norweçê Masud Gharahkhanî re, têkildarî pêvajoyê bersiva rojnamevanan da.

Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, li ser amadekirina rêziknameyên qanûnî yên plankirî Numan Kurtulmuş ragihand ku:

“Ji niha û pê ve divê ev kar bê paşguhkirin, bê derengxistin û bi ti awayî ti hûrguliyeke piçûk jî nehêle, baş were plankirin û Tirkiye vê gavê bavêje. Ev şert e.

Her wiha wî bal kişand ser rapora komisyonê û got:

“Ev rapor nexşerêyek e. Niha partiyên me divê li gorî wan mijarên di vê nexşerêyê de hatine gotin, ji bo bidawîkirin û tacdayîna vê pêvajoyê, rêziknameyeke qanûnî amade bikin. Ev mecbûriyetek e.”

Kurtulmuş diyar kir ku divê rêziknameya qanûnî ya derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, bi îradeya hevpar a Meclisê were amadekirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye