Trump: Îranê bi awayekî pratîkî dest ji hemû planên xwe yên çêkirina çeka nûkleerî berda

Donald Trump daxuyand ku ji ber dorpêç û operasyonên Amerîkayê, Îranê dest ji planên çeka nûkleerî berdaye û ew ê di nêz de biryara dawî eşkere bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump daxuyand ku ji ber dorpêçên aborî û operasyonên leşkerî yên Washingtonê, Îranê bi awayekî pratîkî dawî li planên xwe yên çêkirina çeka nukleerî aniye.

Trump bal kişand ser serkeftina stratejiya xwe û diyar kir ku ew di bin tu şert û mercan de rê nadin Tehran bibe xwediyê çeka nûkleerî. Her weha wî destnîşan kir ku şerê bi Îranê re ber bi dawiyê ve diçe û ev yek dê bibe sedema daxistina nirxê neftê li bazarên cîhanê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye