Trump hejmara mûşekên ku ew dixwaze bişîne Ûkraynayê eşkere nekir, lê li Baregeha Hevbeş a Andrews a li dervayî Waşingtonê ji rojnamevanan re got: "Yekîtiya Ewropayê wê lêçûna Patroit bide Amerîkayê."
Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî ji bo êrîşên Rûsyayê bisekine, daxwaza parastina asmanî dike.
Trump da zanîn ku Putin sibehê xweş diaxêve, lê êvarê her derî bombebaran dike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump anî ziman ku ew ê alavên cûr be cûr ên leşkerî ji Ûkraynayê re bişînin.
Trump plan dike ku vê hefteyê bi sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte re bicive û li ser rewşa Ûkraynayê û mijarên din nîqaş bike.