Ev qeza duh, li paytexta Portugalê Lîzbonê çêbû, di encamê de, 15 kesan jiyana xwe ji dest da û 18 kes jî birîndar bûn.
Di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane, kesên biyanî jî hebûn.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, ew tram derdora saet 6`ê êvarî ji rê derketibû.
Serokê Portugalê, Marcelo Rebelo de Sousa di daxuyaniyeke nivîskî de, piştrast kir ku di qezayê de mirî û birîndar hene û xemgîniya xwe anî ziman.
Li aliyê din, ji ber qezayê, hikûmeta Portugalê rojek û Şaredariya Lîzbonê jî 3 roj, şîna neteweyî ragihand.