Li Venezuelayê ji ber erdheja meha çûyî 5069 kes jiyana xwe ji dest dan

Serokê Meclîsa Neteweyî ya Venezuelayê Jorge Rodriguez, amarên nû yên erdheja Venezuelayê ragihand. Hejmara kuştiyên erdheja Venezuelayê gihîşt 5 hezar kes. Her wiha erdhejeke bi hêza 7.4 piley li peravên eyaleta Chiapas a başûrê Meksîkayê qewimî. Metirsî hene ku Tsûnamî li herêmê çêbibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 24’ê Hezîrana 2026`an de, du erdhejên bi pileya 7.2 û 7.5’an ku li nêzî Karakasê paytexta Venezuelayê pêk hatin. 

Amarên nû roja Înê ji hêla Jorge Rodriguez serokê Meclîsa Neteweyî ya Venezuelayê ve hatin weşandin, 

Serokê meclisê, destnîşan kir ku hejmara qurbaniyên her du erdhejên ku meha borî li welêt qewimîn gihîştiye 5,069’an.

Li gorî amaran, hejmara kesên ku ji ber her du erdhejên qewimîn e, birîndar bûne,16,740 kes in, her wiha 17,907 kes jî bê cih û war mane. 

Li Meksîkayê erdhejek bi pileya 7.4 çêbû 

Her wiha duh jî erdhejeke bi hêza 7.4 pileyî li peravên eyaleta Chiapas a başûrê Meksîkayê qewimî, ku bû sedema hişyariya tsûnamiyê.

Di heman demê de niştecihên Guatemala û Salvadorê​ yên cîran jî lerzînê hîs kirin.

Heta niha ti raporek derbarê ziyanên ji ber erdhejê ji aliyê rayedaran ve nehatiye belavkirin

Lêkolîna Jeolojîk a DYA`yê got ku erdhej li nêzîkî bajarê Puerto Madero yê Meksîkayê bi kûrahiya nêzîkî 10 kîlometreyan çêbûye, ku bandora wê li ser deverên nêzîk zêde kiriye.

Piştî erdhejê, sîstema hişyariya tsûnamiyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hişyarî da û got dibe ku pêlên tsûnamiyê yên xeternak li peravên ku di nav 300 kîlometreyan de ji navenda erdhejê biqewimin. 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24