Her mûşekek nav lê hatiye kirin, Supaya Pasdaran ku wek hêza herî xwedî rol û biryar a Komara Îslamî ya Îranê tê dîtin, navê Xeyberşikên li van mûşekan kiriye, wek nîşaneyekê ku li dijî Îsraîl e, lê berê wan daye Kurdistanê.
Di şeva derbasbûyî de êrîş li ser Taslûce li Silêmaniyê hat kirin.
Parêzgarê Silêmaniyê êrîşa li ser Taslûce şermezar kir
Parêzgarê Silêmaniyê, Heval Ebûbekir daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de êrîşên ser Silêmaniyê û Kurdistanê bi temamî hatin şermezarkirin.
Parêzgarê Silêmaniyê da zanîn ku Herêma Kurdistanê ne beşek ji vî şerê ku niha li deverê tê kirin.
Dijî Teror a Herêma Kurdistanê: Bi 5 dronan êrîş li ser Hewlêrê hat kirin
Ji aliyê xwe ve jî Dijî Teror a Herêma Kurdistanê eşkere kir ku di şeva derbasbûyî de bi 5 dronênên bombekirî êrîş li ser Hewlêrê hat kirin, lê ew her 5 dron ji aliyê hêzên Hevpeyamniya Navdewletî li ezmanê Hewlêrê hatin teqandin.
CENTCOM'ê hûrguliyên êrîşên şeva 7`an ên li dijî Îranê eşkere kir
Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) jî da xuyakirin ku êrîşên şeva 7`an li hember Komara îslamî ya îranê jî pêk hatin.
CENTCOM`ê eşkere kir ku di êrşên vê carê de navendên veşartina çek û cebilxaneyên li jêr erdê ên Îranê hatin bombebarankirin.
CENTCOM: 50 hezar leşkerên Amerîkî li Rojhilata Navîn hatine bicihkirin
Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê ev yek jî ragihand ku 50 hezar leşkerên Amerîkî li Rojhilata Navîn hatine bicihkirin û ew amade ne ji bo bicihkirina her biryareke fermandariyê.
Îranê gef li welatên derdorê xwar ên ku navendên hêzên AMERÎKÎ dihewînin
Supaya Pasdaran jî gef li welatên ku navedên hêzên Amerîkî li cem xwe dihewînin xwar û got divê ew welat xwe ji bo bersivdayîna Îranê amade bikin.
Supaya Pasdaran: Me çend leşkerên Amerîkî li Kuweytê kuştin
Di berdewamiya daxuyaniyê de, Supaya Pasdaran got ku hêzên wan her du navendên Erîfcan û Elî Salim li Kuweyetê dane ber mûşek û dronên bobekirî, di encamê de çend leşkerên Amerîkî hatine kuştin.
Kenalên ragihandina fermî yên Îranê, dîmenên pir û rêyên wêrankirî nîşan dan ku di şeva derbasbûyî de hêzên Amerîkî dest bi bombebarnkirina çend cihên binesaziyê dewletê kiribûn.