Duh di gera 10'emîn ji lîga Îraqê tîma Newroz û Mînai hatin beramberî hev.
Maç li stadyuma Newroz hate lîstin.
Ji nîvê yekê ve tîma Newroz serdest bû û di deqeya 33'an de lîstikvanê Newroz Habib Oueslati perdeya golan vekir.
Piştre di dema zêdekirî ji nîvê duyem di deqeya 45+3'an de Habib Oueslati dîsa daket qadê û golê 2'emîn û yê serkeftinê avêt.
Bi vê serkeftinê niha tîma Newroz di rêzê de bi 21 puanan 10'emîn e.
Li aliyek din jî tîma mînai di rêzê de bi 14 puanan 7'emîn e.