Sivasspor û Mêrdin spor îro êvarî seat 20:00'an tên beramberî hev

Heyecana di lîga Trendyol Liga 1. de bi hefteya 5'emîn a maçan berdewam dike. Yek ji maçên herî berbiçav ên hefteyê dê Sivasspor û Mêrdîn 1969 Spor îro êvarî seat 20:00 de werin beramberî hev.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Sivasspor û Mêrdînspor, ku dê di hefteya 5'emîn a Trendyol Liga 1.de werin gel hev.

Her du tîm armanc dikin ku bi serkeftina sê puanên girîng bi dest bixin.

Ev maça ji bo her du tîman ji hêla armancên wan ên sezonê ve girînge.

Sivasspor armanc dike ku bi karanîna avantaja xwe ya malê li ber çavên temaşevanên xwe bi ser bikeve.

Di heman demê de MêrdînSpor hêvî dike ku ji lîstika derve bi puanan vegere malê.

Maça Sivasspor û Mêrdîn Spor dê dê seat 20:00 de li Stadyuma 4. Îlonê de were lîstin.

Her wiha maça Sivasspor û Mêrdîn Sporê li ser TRT Spor û beiN SPORTS MAX 1 zindî were weşandin.

Sivasspor dixwaze di stadyuma xwe de bi ser bikeve

Ji bo Sivassporê, maça li dijî Mêrdînsporê ji bo bilindkirina moralê û baştirkirina pozîsyona wan di rêza lîgê de girîng e.

Tîma sor û spî dê armanc bike ku ji deqeyên pêşîn ên lîstika xwe ya malê ve serdestiyê ava bike.

Tê payîn ku alîgirên tîma Sîvassporê li hemberî tîma Mêrdînsporê piştgiriyê bidin tîma sor û spî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye