Meksîkayê bi fermî helwesta xwe derbarê mazûvaniya maçên Îranê di Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de eşkere kir.
Dema ku li ser nîqaşên di navbera hikûmeta wê, Îran û FIFA'yê de hat pirsîn, Claudia Sheinbaum piştrast kir ku welatê wê amade ye ku çareseriyekê bibîne ger pêwîst be.
Piştî şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de, beşdariya Îranê di Kûpaya Cîhanê a 2026'an de li Dewletên Yekbûyî, Kanada û Meksîkayê bûye cihê fikarê.
Pişkavtina Kûpaya Cîhanî ya 2026'an tîma neteweyî ya Îranê di Koma G de li gel Belçîka, Misir û Zelanda Nû cih girt.
Her wiha tîma Îranê sê maçên xwe yên qonaxa komê li ser axa Amerîkayê lîst.
Serokê Amerîkayê Donald Trump hefteya borî diyar kir ku ew ji bo Îranê "guncav" nabîne ku "ji bo ewlehiya wan" beşdarî Kûpaya Cîhanê bibin.
Di heman demê de Mehdî Tac serokê Federasyona Futbolê ya Îranê, got ku "yek ji çareseriyên ku têne nirxandin; veguhestina maçên tîma neteweyî ya Îranê ji Dewletên Yekbûyî bo Meksîkayê ye".