Manchester City Elliot Anderson ji Nottingham Forest îmze kir.
Ctiy ragihand ku wan peymanek pênc sala bi lîstikvanê Îngilîz re îmze kirine.
Daxuyaniya klûba Îngilîzî wiha ye:
Manchester city kêfxweş e ku îmzekirina Elliot Anderson ji Nottingham forest ragihand.
Elliot Anderson piştî îmzekirinê daxuyani da û got.
City yek ji mezintirîn klûbên cîhanê ye û tîma wan bêhempa ye, ew di her warîde de pir xurtin.
Gava ku min fêr bû ku ew min dixwazin, ez bi tevahî biryardar bûm ku vê veguhastinê pêk bînim
Wekî futbolîstek, hûn dixwazin xwe di asta herî bilind de biceribînin u hebûna li City wê derfetê bide min.
Elliot: Ji bo min şansek e ez bibim beşek ji vê tîmê
Elliot Anderson di berdewamîya axaftinên xwe ev yek li zêde kir:
Klûba City bi lîstikvanên xwe re baş tevdigere û hawîrdorek pir baş peyda dike.
Serkeftin û şêwaza lîstika wan di 10-15 salên dawî de bêhempa bû.
Ji bo min şansek e ku ez bibim beşek ji vê tîmê
Piştî bêhnvedanekê, dema ku ez gihîştim Manchesterê, ez ê her tiştî bikim da ku cihê xwe di tîma City de misoger bikim.
Lîstikvanê îngilîz ê 23 salî, ku jiyana xwe ya futbolê li akademiya ciwanan a Newcastle dest pê kir, sezona 2024-25 û sezona borî li Nottingham Forest temam kir.
Elliot sezona borî 50 maç ji bo Nottingham lîst, 4 gol avêt û 5 asîst kir.