Li Hollandayê Zêdetirî 170,000 kesan daxwaz kirin ku taximê Neteweyî beşdarî tûrnûvayê nebe.
Li gorî vê yekê, daxwazname pêşkêşî parlamentoya Hollandayê hate kirin û ev înîsiyatîf ji hêla rojnamevan Teun van de Keuken ve hate birêvebirin.
Van de Keuken diyar kir ku ew beşdarbûna taximê Neteweyî di çarçoveya polîtîkayên Donald Trump de nayê qebûlkirin û destwerdanên leşkerî yên DYA'yê û daxuyaniyên der barê Gronlandê de wek sedem nîşan da.
Wezareta Tenduristî û Werzîşê ya Hollandayê tevlî boykotê bun
Organîzatorên kampanyayê diyar kirin ku divê biryar tenê ji Federasyona Futbolê ya Hollandayê re neyê hiştin û banga mudaxeleya siyasî ya berfireh li ser mijarê kirin.
Berevajî vê yekê, Wezareta Tenduristî, Refah û Werzîşê ya Hollandayê bi fermî piştrast kir ku biryara beşdarbûnê ya Federasyona Futbolê ye û ku hikûmet dê rasterast mudaxeleyî biryarên werzîşê neke.
Kûpaya Cîhanê wê li Amerîka, Meksîka û Kanadayê were lidarxistin
Ev pêşveçûn di nav zêdebûna aloziyên siyasî de pêk hatin, bi taybetî piştî ragihandina serokê Amerîkayê ya operasyona leşkerî li dijî Îranê.
Tê plankirin ku fînala Kûpaya Cîhanê ya 2026'an di navbera 11'ê hezîranê û 19'ê tîrmehê de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Meksîka û Kanadayê were lidarxistin.