Di maça borî de, Amedspor, drûşmeya Koma me bona we, xist ser cilên xwe û daket maçê, bi vê bûyerê Amedspor bû yekem tîm di dîroka Tikiyê de, ku drûşmeyek Kurdî dixe ser cilên xwe.
Bi hinceta binpêkirina rênimayên amûrên sporê, Komîteya Dîsîplînê ya Fûtbolê 110 hezar lîre ceza li Amedsporê birî.
Serokê Amedsporê, Burç Baysal dest nîşan kir ku dirûşmeya wan, bi awayekî fermî li Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê tomarkirî ye û bi erêkirina fermî ya Federasyona Futbolê hatibû bikaranîn.
Burç Baysal da zanîn ku ti bingeha yasayî ya vî cezayî tune ye û ew li gorî yasayan tev digerin.
Baysal diyar kir ku ev biryar li dijî spor, çand û zimanê Kurdî ye.