Amedsporê bersiv da rexneyan: Em ê bi her awayî derkevin lîga superê

Tîma Amedsporê ya ku di Lîga 1`emîn a Tirkiyê de di du maçên dawî de encamên nebaş standin, bersiv da rexneyan û soza derketina Lîga Super da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Amedsporê li ser rexneyan alîgirên xwe civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Di civînê de Serokê Amedsporê Nahît Eren axivî û got:

 “Me beriya niha jî dabû xuyakirin ku em ê bibin şampîyon û em dîsa dibêjin em ê bibin şampiyon. Em ji ber şikandina hêviyên alîgirên xwe lêborînê dixwazin.

Ji bo bûyerên di maça Bandirmasporê de rûdane, em bi TFFê re ketin têkiliyê û wan jî di gelek mijaran de piştgirîya me kir.

Ez dixwazim her kesê ku piştgiriya Amedsporê dike, divê di demeke kurt de li dora tîma xwe bibe yek.”

Piştre rêveberê teknikî Mesut Bakkal axivî û got:

“Hewce dikir ku em di antremanê de bûna, lê li vir in. Em dizanin dê alîgirên me di herdu maçên mayî de piştgiriyê bidin me.”

Her wiha lîstikvan jî beşdarî axaftinê bûn. Lîstikvanan bal kişand ser reşkirinên li ser medya dîjîtal tên kirin û yek bi yek soza şampîyonîyê dan û xwestin alîgir pişgirtîyê bidin wan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye