Lîstikvanên taxima jinan a Îranê vegeriyan welatê xwe

Tîma neteweyî ya futbola jinan a Îranê duh ji Malezyayê gihîşt Stenbolê, piştî ku pênc lîstikvanan serlêdanên xwe yên penaberiyê li Awisturalyayê vekişandin. Medyaya Awisturalya ragihand ku pênc lîstikvanên Îranî fikra xwe guhertin û biryar dan ku vegerin malên xwe

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Lîstikvanên tîma neteweyî ya futbola jinan a Îranê roja sêşemê 17'ê adara 2026'an di balafirgrha Stenbolê re derbas bûn.

 

Tîma neteweyî ya futbolê ya jinan a Îranê roja Sêşemê ji Malezyayê gihîşt Stenbolê, piştî ku pênc lîstikvanan serlêdanên xwe yên penaberiyê li Awisturalyayê vekişandin.

 

Awistralyayê piştî ku şeş lîstikvan û endamekî karmendên rêveberiyê serlêdana penaberiyê kirin, vîzeyên mirovî dabûn wan û gotibûn ku ew ji zilmê ditirsin ger vegerin Îranê.

 

Piştî ku çend lîstikvanan red kirin ku sirûda neteweyî di maçek Kûpaya Jinan a Asyayê de di destpêka vê mehê de bêjin, fikar li ser ewlehiya wan derketin holê.

 

Ji destpêka şer  ve lîstikvan tevlî tîmê li Kuala Lumpur bûn, ku tîm ji hefteya borî ve ji Sydney derketiye û li wir dimîne.

 

Tevî ku lîstivanan fikra xwe guhertin, lê tenê du lîstikvan li Awistralyayê man û biryara vegerê nedane.

 

Rêwîtiya Îranê di Kûpaya Asyayê de, ku ji hêla Awistralyayê ve tê mazûvan kirin, hîna ne diyar e.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye