Rodrygo bi giranî birîndar bû û heta demeke dirêj wê ji qadê dûr bikeve

Rodrygo Goes piştî bi giranî birîndar bû, wê heya demeke dirêj ji qadê dûr bikeve û di peyameke hestiyar de bêdengiya xwe şikand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Lîstikvanê Berazîlî Rodrygo Gose piştî ku ji Kûpaya Cîhanê ya sala 2026'an dûr ket peyamek dilsoz li ser hesabê xwe yê Instegramê belav kir.

Rodrygo Gose nikare sezona mayî bi Real Madrîd re jî bilîze û wê nikaribe bi taximê Neteweyî yê Berazîl re jî beşdar bibe.

Her wiha Rodrygo di maça taximê xwe ya li hember Getafe de  di çogê xwe yê rastê de, birîndar bû.

Lîstikvanê Berazîlî Rodrygo Gose li ser hesabê xwe yê Instagramê nivîsand:

 

'Ez her gav ji vê birîndarbûnê ditirsiyam'

 

"Ez her gav ji vê birîndarbûnê ditirsiyam. Dibe ku jiyan di van demên dawî de bi min re giran bû."

Rodrygo di nivîsa xwe de berdewam kir:

"Astengiyeke mezin di jiyana min û kariyera min de derketiye holê, ku rê li ber min digire ku ez demekê tiştê ku ez herî zêde jê hez dikim, bikim.

Ez ê sezona xwe ya mayî bi klûpa xwe re û Kûpaya Cîhanê bi taximê xwe yê neteweyî re ji dest bidim, xewnek ku her kes dizane ji bo min pir girîng e.

Tiştê ku ez dikarim bikim ev e ku ez xurt bimînim, wekî her dem û ev ne tiştek nû ye."

Rodrygo zêde kir û spasiya alîgirên xwe kir:

 

'Spas ji bo hemû alîgirên ku peyam û evîna xwe ji min re nîşan dan'

 

"Spas ji we hemûyan re ji bo dua, peyam û evînê we re. Hûn hemî ji bo min pir girîng in. Tevî vê dema dijwar, ez soz didim we ku ez li vir nasekinim. 

Ez bawer dikim ku gelek tiştên xweş li pêşiya min hene û ez ê ji her kesê ku baweriya xwe bi min tîne bextewariyê bînim ku em di demek nêzîk de hevdû bibînim."

 

Ji ber birîndarbûna xwe Rodrygo ji 7 heta 10 mehan nikare bilîze

 

Di dema maça Getafe de, Rodrigo ji ber êşek giran ji çoka xwe ya rastê ket erdê, lê wî israr kir ku tevî êşê lîstikê biqedîne.

Piştî ku hekem maç bi dawî kir, Rodrygo rêze muayeneyên bijîşkî yên berfireh derbas kir û eşkere kir ku rehên çoga wî ya rastê şidyan.

Rodrygo wê ji 7 heta 10 heyvan ji qadê dûr bikeve û heta dawiya sala 2026'an nikare bilîze.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye