Balafirgeha Herîr a bajarê hewlêrê hate bombebarankirin

Ji 28’ê sibatê de şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de berdewam e û her diçe li herêmê berbelav dibe. Duh bi şev li 2 cihan li Hewlêrê êrîş çêbûn û nuqteyeke leşkerî ya artêşa pasdaran ya Îranê li navçeya Çoman hat bombebarankirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de bandoreke mezin li Başûrê Kurdistan û Îraqê dike.

Duh bi şev gelek dever li Başûrê Kurdistanê û Îraqê hatin bombebarankirin.

Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, derengiya şeva borî balafirgeha Herîr a dikeve sînorê bajarê Hewlêrê ku baregeha hêzên Hevpeymaniyê lê ye, hate bombebarankirin.

Her wiha di saetên sibehê de jî li nêzîkî balafirgeha leşkerî ya Herîrê dengê teqînekê hat bihîstin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê hatin girtin; bi rêya dronekê êrîşî balafirgehê hatiye kirin, lê ji aliyê sîstema parastina Hevpeymaniyê ve hate têkbirin.

 

Navenda bajarê Hewlêrê hat armancgirtin

 

Her wiha bi rêya balafira bêmirov a bombebarkirî, êrîşî bajarê Hewlêrê hate kirin û di encamê de zererên madî çêbûn.

Hate ragihandin ku balafira bêmirov a bombebarkirî li taxa 32 ya Park ketiye xwarê.

Xaleke artêşa pasdaran a li Çomanê hat bombebarankirin

 

Li aliyekî din jî balafirên şer yên Îsraîl û DYA'yê xaleke leşkerî ya Sipaha pasdaran a Îranê a di navbera navçeya Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê û navçeya Çoman ya Îdareya Serbixwe ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Nûçegihanê ROJ NEWS'ê li cihê bûyerê ragihand ku xala hatiye bombebarankirin, bi temamî hatiye rûxandin.

 

Di êrişa DYA de berpirsekê Hizbullaha Îraqê yê Babilê hat kuştin

 

Çavkaniyekê ji ROJ NEWS'ê ragihand ku li navçeya Îskenderiye ya parêzgeha Babilê hêzên DYA’yê êrîşî wesayîta Berpirsê Şobandin û Ketîbeyên Hizbullaha Îraqê Ebû Hesen Firêcî kirin.

Di êrîşê de Firêcî û parêzvanên xwe hatin kuştin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye