Di 15’ê Tebaxa 2018’an de, dema ku Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî, ji merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya koço vedigere, dewleta Tirk a, li Geliyê Şilo yê Çiyayê Şengalê, bi balafirên şer Mam Zekî armanc digire û encama de, Mam Zekî şehîd dixe.
Cenazeyê Mam Zekî, di 19’ê Tebaxa 2018’an de, li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê, hat oxirkirin û li cihê ku Mam Zekî lê hatiye şehîdkirin, gelê Şengalê Bîrdariyek ava kirin.
Kurte jiyana Mam Zekî Şengalî
Mam Zekî di 28’ê Kanûna sala 1952’yan de, li gundê Şahîsma yê girêdayî bajarê Êlihê yê Bakûrê Kurdistanê ji dayik bûye.
Sala 1969’an, ji ber zilma dewleta Tirk, koçî Ewropayê dike.
Di sala 1979’an Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike, di nava civaka Êzidî ya Ewropayê xebat dike û di 1989’an de bi awayekî fermî, tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe.
Dewleta Alman, wî di sala 1990’an digire û demek dirêj li girtîgehê dimîne, lê piştî ji girtîgehê derdikeve, xebatên xwe hîn berfirehtir dike.
Zekî Şengalî her tim ji bo yekîtiya Kurdistanê xebat dikir
Sala 1999’an, berê xwe dide Kurdistanê û di nava Tevgera Azadiyê Kurdistanê de, rolek girîng dilîze û dibe Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK).
Her tim ji bo yekîtiya neteweyî kar dike, hewl dide ku nakokiyan çareser bike û hêviya gelê Kurd a bi salan pêk bîne, lewma, di sala 2013’yan de pêşengtiya civînên ji bo kongreya neteweyî dike.
Mam Zekî gelê Şengalê bi rêxistin û pararastin kir
Di 2014an de, çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirin,lewma Zekî Şengalî, berê xwe da Şengalê, pêşengtiya berxwedanê kir û kedekî gelekî mezin di rêxistikirin û parastina gelê Şengalê de da, lewma êdî Zekî Şengalî di nava civak û herêmê de, bi navê “Mamê Zekî” tê naskirin.
Mam Zekî di pêşengiya avakirina Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) û Asayîşa Êzidxanê de, rolek sereke lîst.
Gelê Şengalê sîstema rêveberiya xweser dimeşînin
Gelê Şengalê, li ser şopa mam Zekî meşiyan û bi saya lehengî, fedekarî û têkoşîna şervan û gerîlayên azadiyê, Şengal ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin û bawariyek li ba wan çêbû ku eger ew bi xwe, xwe bi rêve nebin û sîstemek wan a rêveberiyê nebe, wê her roj di fermanan re derbas bibin, ji ber vê yekê, biryara avakirina sîstema Rêveberiya Xweser dan.