Ako Xerîb got: "Biryar hebû çekên ku ji aliyê PKK’ê ve hatine şewitandin li mûzexaneya nîştîmanî ya Emnê Sûreke, li wê derê werin parastin, lê ev biryar piştre hate guhertin. Li gorî biryara dawî, wê çekên koma gerîla li Şikefta Casene werin parastin."
Her wiha Ako Xerîb tekez kir ku wê li Şikefta Casene cihekî taybet ji bo parastina çekan were diyarkirin.
Komekî Gerîla ji 30 kesan pêk dihat,bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û Behzat Çarçel duh bi nerasîmekê li Şikefta Casenê ya gundê Surdaş a Dukanê ya bi ser Silêmaniye yê çekên xwe şewitandin.