BALAFIRÊN AMERÎKÎ 2 DRONÊN ÎRANÊ LI EZMANÊ HESEKÊ XISTIN XWARÊ

Balafirên şer ên Amerîkî 2 dronên Îranî li ser ezmanê Hesekê anîn xwarê.

reset font size increase font size

Îşev di saet 1:30 dengê teqînekê li Hesekê hat bihîstin.

Çavkaniyên taybet ên Nûçe TV ragihandin ku balfirên şer ên Amerîkî 2 dronên Îranî li ezmanê Hesekê teqandin.

Perçe û bermahiyên dronên Îranî li Taxa Miftî ketin xwarê, lê tu ziyanên canî çênebûne.

Perçên ku ketin xwarê ji aliyên şêniyên bajêr ve hatin komkirin.

Hêzên Ewlekariya Hûndirîn a Hesekê perçên dronan ji bo lêkolînê birin cihê pêwîst.

Heta dema amadekirina vê nûçeyê jî balafirên şer ên Amerîkî li ezmanê Hesekê digerin.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, berê wan herdu dronan li Qesrikê bû ku li wir navendeke hêzên Amerîkî heye.

Ji ber îhtîmala êrîşên nû, Hêzên Ewlekariya Hûndirîn a Hesekê gelên bajêr hişyar kir ku ji malên xwe dernekevin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye