Îro Cejna Remezanê ye, hemû Mislman îro vê cejnê pîroz dikin.
Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Remezanê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de daxwaz kir ku statûya Başûrê Kurdistanê were parastin.
Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Cejna misilmanên Kurdistanê, Îraqê û cîhanê pîroz kir.
Nêçîrvan Barzanî bi taybetî cejna malbatên şehîdan pîroz kir û wiha got:
"Hêvîdar im ku ev cejn ji bo me hemûyan bibe cihê aramî, bextwerî û serfiraziyê.
Bila wate û peyamên bilind ên vê cejnê bibin fersendeke nû."
Mesûd Barzanî: Bila ev cejn aştiyê ji bo herêm û mirovahiyê bîne
Her wiha Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî jî peyamek belav kir û pîrozbahî li Misilmanên cîhan, Îraq û Kurdistanê kir.
Mesûd Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê kir.
Serokê PDK'ê di peyama xwe de hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya aştî û aramiyê ji bo herêmê û hemû mirovahiyê.
Talebanî bi peyamekê Cejna Remezanê li misilmanan pîroz kir
Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî jî li ser hesabê xwe yê taybet bi boneya Cejna Remezanê peyamek belav kir.
Bafil Talebanî Cejna Remezanê li Misilmanên Herêma Federal a Kurdistanê, Îraq û Cîhanê pîroz kir û wiha got:
"Di demekê de ku em pêşwaziya Cejna Remezanê dikin, herêma me li ber guherîn û bi zehmetiyan re rû bir û ye.
Ji bo wê erkê hemû aliyan ewe ku hewldanên xwe bikin yek û bi ruhê bihevrebûn ji bo parastina aramiya welat kar bikin da ku gelê me nebe qurbanê şer."
Mesrûr Barzanî: Hêvî dikim ku cejn bibe sedema şahî û aramiyê
Li aliyekî din jî Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi peyamekê Cejna Remezanê li hemî Misilmananpîroz kir,
Mesrûr Barzanî wiha got:
"Ez hêvîdar im ku Xudayê mezin û dilovan rojî û îbadetê hemî aliyan qebûl kiribe û cejn bibe sedema şahî, aramî û bidawîhatina şer û aloziyan li deverê û cîhanê."