"Ger komisyon biryarê bide dikarin biçin Îmraliyê"

Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş li Stenbolê bi gerînendeyên giştî yên medyayê re civiya. Piştî axaftinan Kûrtûlmûş pirsên heyî bersivand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nûman Kûrtûlmûş di derbarê nîqaşên dawî yên çûyîna komisyonê ya li Îmraliyê de got:" Ger komisyon biryar bide dikarin biçin Îmraliyê. Ji bo pêvajo temam bibe gavek wiha pêwîste. Biryara ku komisyon bide dê li gorî wê tevbigerin."

Kûrtûlmûş diyar kir ku Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê Heta îro,16 civîn li pey xwe hiştiye û fonksiyonek girîng pêk aniye. Ji niha pê ve ber bi qonaxa dawî ve diçe.

Her wiha Kûrtûlmûş da zanîn ku komisyon wê hefteya pêşiya me Wezîrê Karên Hundir, Wezîrê Parastina Neteweyî û Serokê Saziya Îstîxbarata Neteweyî guhdar bike û dibe ku ev guhdarîkirinên dawî be.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye