Di nava şerê çekdarî yê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, herêmên bakur-rojhilatê welêt gelek êrîşên bi dronan pêk hat.
Çavkaniyeke leşkerî ragihand ku artêşa Sûdanê êrîşeke hewayî ya Hêzên Piştgiriya Lezgîn ku bi dronan du bajarên li bakur-rojhilatê welêt hedef digirtin, têk biriye.
Her wiha heman çavkanî da xuyakirin ku 15 dron jî ber bi bajarê Atbara yê li bakurê Xartûmê ve, hatine şandin.
Ev êrîş tenê piştî rojek ji qebûlkirina agirbesteke mirovî ji aliyê RSF`ê pêkhat ku ev yek gumanan li ser pabendbûna rastîn a bi agirbesta pêşniyarkirî re zêde dike.
Ji ber topbaranan 6 kes li Dillingê mirin
Her wekî din jî, Sendîkaya Doktorên Sûdanê ragihandin ku bajarê Dilling ya li eyaleta Kordofana Başûr ji aliyê RSF ve rastî topbarana bêserûber hatiye.
Di encamê de 6 kes hatine kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûne.
Her wiha sendîkayê da xuyakirin ku beşa radyolojî û wênekêşiya bijîşkî li Nexweşxaneya Perwerdehiyê ya Dillingê hatiye wêrankirin û wiha anî ziman:
“ Vê topbaranê yek ji girîngtirîn tesîsên tenduristiyê yê herêmê têk biriye û bûye sedema girtina navendên tenduristiyê .”
Li Sûdanê hewcedariya 20 milyon kesan bi xwarinê heye
Li gorî texmînan nêzî 21 milyon kes li Sûdanê ji xwarinê bêpar in û di heman demê de zêdetirî 20 milyon Sûdanî hewcedarên alîkariya tenduristiyê ya lezgîn in.
Belavbûna nexweşiyên xeternak ên wekî kolerayê û taya dengûyê karesateke mirovî ya berfireh nîşan dide û jiyana bi milyonan kesan tehdît dike.
Hejmara kesên ku ji welatê xwe koçber bûne bi qasî 11.5 milyon tê texmînkirin.
Zêdetirî 4 milyon Sûdanî neçar mane birevin welatên cîran.