Karbidestekî Pakistanî got ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî roja şemiyê, 25'ê nîsanê, bi Fermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr re civiya.
Ebas Eraqçî fikarên Îranê yên di der barê daxwazên Amerîkayê de ji aliyê Pakistanî re ragihand.
Eraqçî her wiha got ku dema hevdîtina şandeya dan û standinê ya Îranî bi şandeya Amerîkî re hîn nehatiye diyarkirin.
Di heman demê de, çavkaniyeke dîplomatîk a Îranî ji Al Arabiya re got ku şandeya Îranî di hevdîtinekê de bi rayedarên Pakistanî re wiha gotiye:
"Em li ser pabendbûna Tehranê bi 10 xalên pêşniyarkirî re, tekez dikin.
Tehran amade ye ku dan û standinan bike, lê xwe teslîm nake."
Îran bi ferzkirina şertên Amerîkayê re beşdarî dan û standinan nabe
Li gorî çavkaniyê, Îran ne amade ye ku beşdarî dan û standinên ku Amerîka xetên xwe yên sor tê de ferz dike, bibe.
Her wiha Îslamabadê planek pêşkêş kiriye, ku li gorî wê çend welat dê bernameya nukleerî ya Îranê bişopînin.
Li gorî van çavkaniyan, Wezîrê Karên Derve yê Îranê di civînên îro yên li Pakistanê de bersivên zelal nedaye.
Lê tê payîn ku şandeyeke Amerîkî îşev dereng dê bigihêje Îslamabadê.
Lê belê, hê jî ne diyar e ka nûnerên Serokê Amerîkayê Steve Witkoff û Jared Kushner, dê di vê şandeyê de amade bin an na?
Hewldanên Pakistanê ji bo lidarxistina gera duyemîn a dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de berdewam dikin.
Her du alî jî ( Amerîka û Îran ) xetên xwe yên sor ferz dikin.
Îran tekezî li ser parastina bernameya xwe ya dewlemendkirina Uranyûmê, bernameya mûşekî û rakirina dorpêça deryayî dike.
Di heman demê de, Amerîkayê rakirina dorpêça deryayî bi gihîştina rêkeftinekê û vekirina Tengava Hurmizê re şert kiriye.