Bi armanca piştgiriya aborî û civakî ji bo jinan, şaredariya gel a bajarê Tebqayê di 2’yê mijdarê dest bi pêkanîna projeya "Bazara Hevrîşmê" (El Herîr) kir.
Proje li Taxa Duyemîn li ser rûbereke bi qasî 2 doniman pêk tê.
Berdevka Ofîsa Jinan a Şaredariya Gel a Tebqayê Ixlas Nacî diyar kir ku niha xebat ji bo sererastkirina binesaziyê li cihê projeyê tê kirin û dê di navbera 6-8 mehan de, bi dawî bibe.
"Armanca projeyê piştgiriya aborî ya ji bo jinan e"
Ixlas Nacî da zanîn ku armanca projeyê ew e ku rola jinan, bi taybet ên li male dimînin, bi avakirina derfetên kar re qadên nû yên jiyanê ji wan re were vekirin.
Ixlas Nacî destnîşan kir ku proje dê bi şêwazeke kevneşopî bê avakirina, da ku nasnameya dîrokî ya bajarê Tebqayê jî bide xuyakirin.
Ixlas Nacî got ev proje 34 dikanan dihewîne û nêzî 180 hezar dolarê amerîkî lêçûna wê heye.
Dikan dê bi buhayek sembolîk ji jinan re werin kirêkirin da ku piştgiriyê bidin karsaziyên wan.
Di dawiyê de Îxlas Nacî got: “Bazar dê ji bo jinan bibe cihekî aborî û civakî, wê afirîneriya wan di kar de diyar bike, her wiha rola jinan a rastîn di avakirina civakê de, temsîl bike.”