Çalakiya jinên beluc di roja 27an de didome

Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc ku bi daxwaza eşkerekirina çarenûsa Belucên ji hêla dewleta Pakistanê ve hatine windakirin û berdana girtina aktîvîstên Beluc û lîderên Komîteya Yakcetî ya Beluc (BYC) hatiye destpêkirin, di roja 27’an de didome.

reset font size increase font size

Jinên Beluc ji bo Belucên ku hatin windakirin û girtin, meş li dar xistin û gotin: “Xemsariya domdar a rayedaran cisaret û îstîqrara me naşikine, lê belê em pergala we ya qirkirina Belucan dike, bişkînin.

 

Di çarçoveya çalakiyan de, jinan heta ber deriyê Kuluba Çapemeniyê ya Îslamabadê meş lidarxist. 

 

Di çalakiyê de posterên aktîvîstên Beluc û kesên hatine windakirin hatin hilgirtin.

 

Piştî meşê, jin li pêşiya Kuluba Çapemeniyê rûniştin û xwestin ku dewleta Pakistanê zextan bi dawî bike û daxwazên gelê Beluc qebûl bike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24